Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selma Irmak: Îro li Meclîsê Darbe Hat Kirin û Dest li Ser Îrada Gel Hate Danan


Selma Irmak
Selma Irmak

Li parlemena Tirkîyê îro Înê dewra duyan ya dengdana li ser pêşnûmaya endamên AKPê ya rakirina qedexeya ser mafê destnedanê pêk hat. Di encama dengdanê de bi rêjeya 2/3 ya dengan pêşnîyar hat erê kirin.

Ji encama erêkirina biryara nû ya yasadanerên meclîsa Tirkîyê li ser rakirina qedexeya mafê destnedanê, dibe ku nêzîkî 138 endamên parleman, bi taybet yên partîya nêzîkî kurdan HDP ji meclisê bên avêtin û şûnde bên darizandin.

Endama parlemana Tirkîyê ya HDP û nûnera Hekarî xanim Selma Irmak dengdan wek şano bi nav kir û got "îro li meclîsê darbe pêk hat û dest li ser îrada gelê me hat danan."

Irmak bi berdewamî dibêje, têkîlîya erêkirina girtina parlementeran û rakirina mafê destnedanê peywendîyek bi pirsa guherîna destûr û demokrasîyê de nîne.

Îrmak herwiha bal kişand ku endamên HDP ji girtin û zîndanêkirinê natirsin û ewê xebata xwe berdewam bikin ku vegera ser maseya danûstandinê pêk were.

Kerem kin guhdarîya temamîya hevpeyvîna ligel birêz Irmak bikin:

Selma Îrmak Endama Meclisa Tirkîyê ji Partiya HDP - Hekariya
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00

XS
SM
MD
LG