Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedrî Piştevaniya Îbrahîm Al Cafarî Dikin bo Posta Serokwezîrê Îraqê


Îbrahîm Al Cafarî
Îbrahîm Al Cafarî

Serokwezîrê berê 24 ji-sedê dengên refrandoma tevgera Sedr bidest anî

Tevgereka mezin ya Musilmanên Şî’e li Îraqê bi rêberatiya oldarê radîkal Muqteda Al Sedr dixwaze ku serokwezîrê berê Îbrahîm El-Cafarî dubare bibe serokwezîr.

Piştevanin Al-Sedr, ku bi Sedirî dihên nasîn, li refrandomeka ne-fermî ya du rojî ji bo endamên Sedrî deng da birêz Ceferî.

Tevgera Sedirî ragehand ku Cafarî 24 ji-sedê dengan înan, piştî nêzîkî du milyon kesan rojên Heynî û Şembî dengên xwe dan.

Hikûmeta Îraqî piştevaniya wê refrandomê nake û encamên refrandomê merc niye bihêt biceh anîn.

Ji bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya rexê rastê kilik bike; raporta peyamnêrê Dengê Amerîka Goran Tewfîq li Bexda.



XS
SM
MD
LG