Di encama şewitandina mezargeheke pîroz ya Elewîyan de li bajarê Helebê yê Sûrîyê, xwepêşandan li çend bajarên wekî Laziqîyê, Hims û Tertûsê derketin. Wekî bersiv Heyet Tehrîr el Şam, ku niha hikûmeta Sûrî de destê wê de ye, hejmareke mezin ya çekdarên xwe şand wan deveran.
Dr. Xalib el Daamî, pisporê karûbarên siyaseta Rojhilata Navîn, dibêje nîşanên krîzeke tayîfî û olî li Sûrîyê derketine holê. Ew dibêje “hinek hêz ji derveyî Sûrîyê vê qelebalixê han didin, wekî çawa li Îraqê jî tiştekî wisa bûbû. Ev hêz dixwazin nearamîyê peyda bikin û bandora xwe li Sûrîyê vegerînin.”
Dr. el Daamî dibêje bingeh heye ku krîzeke din ya navxweyî li Sûrîyê çêbibe.
“Dibe ku hinek alozî ligel Durzîyan jî çêbibe. Lê bo Elewî û Îsmaîlîyan dê bi asteke bilindtir be. Ev hemû eger in, jiber ku alozîya serekî ya vê hikûmeta nû li Şamê dê ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk be,” wî ji Dengê Amerîka re got.
Ji alîyê xwe ve, nivîskar û rojnamevan Hesen Henzel el Nasir balê dikişîne ser rola Komara Îslamî ya Îranê di egera krîzeke tayîfî li Sûrîyê de.
“Piştî van hemû salan, dê rola Îranê di şev û rojekê de bidawî nebe. Ne tenê wiha, lê nakokîyên di navbera berjewendîyên Rûsya, Amerîka, Tirkîye û Îranê de di şev û rojekê de bidawî nebin. Siberoj hîn ne zelal e, lê tiştê ku di çend rojên dawî de navbera Elewî û hêzên çekdar de qewimîye destpêka vê yekê ye,” el Nasir ji Dengê Amerîka re got.
Birêz el Nasir herwiha dîyar kir ku Heyet Tehrîr el Şam, ku berê bi navê Cebhet el Nusra dihat nasîn, “piştgirîyê ji Tirkîyê û Qeterê werdigire, lewra ez bawer nakim ku bi hêsanî xwe ji nakokîyên herêmî ligel Îranê xelas bike.”
Dr. el Daamî bawer dike ku ligel jêr givaştinê be yan bê givaştin, pêkan e ku desthilatdarên nû ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk bigihêjin rêkeftinekê, lê gelek zehmet e ev yek bi Elewîyan re were kirin.
“Helbet hez heye ku lawazkirina helwesta Elewîyan. Herwiha ew sûdê ji wê yekê dibînin ku beşekî Elewîyan ne li dijî HTŞ ne. Lewra, ev alozîya ku çêbûye dê zêde dirêj neke eger desthilata qanûnê biserkeve.”
Gelek Elewî, ku şaxek in ji Îslama Şîa, di dema rejîma malbata Esed de xwedî desthilateke berçav bûn, bi taybet di nav refên hêzên ewlekarîyê de. Rejîma Beşar el Esed hêzên ewlekarîyê di 13 salên dawî de bikar anîn jibo şerê hêzên opozisyonê.
HTŞ rêxistineke Sunnî ya tundrê ye. Lê ew dibêje ku ti pirsgirêka wê bi Elewîyan re tuneye, lê tenê ligel alîgirên rejîma Sûrî heye, bi taybet ewên ku bi navê Şebîha tên naskirin.
Ebû Hemza, çekdarekî HTŞ, ji ajansa Reuters ya nûçeyan re got ku hêzên wan di asta amadebaşîyê de ne “da ku van bajaran ji ti livên wêranker ji alîyê tawanbarên rejîma berê ya Esed ve biparêzin ewên ku dixwazin rewşa ewlekarîyê li deverê têk bibin.”
Xwepêşandanên vê dawîyê yên Elewîyan li van bajarên Sûrî derketin holê piştî belavbûna vîdyoyeke wêrankirina mezargeheke Elewîyan li Helebê.
Ehmed el Şera', rêberê defakto yê Sûrîyê, berê ragihandîye ku “li jêr desthilatdarîya HTŞ, dê mafên Elewî û kêmanîyên din werin parastin.”