Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebira Sazîya Nepenî ya Amerîkî Dest ji Kar Berda


 Kimberly Cheatle.
Kimberly Cheatle.

Rêvebira Sazîya Nepenî ya Amerîkî Kimberly Cheatle îro Sêşemê ragihand ku dest ji posta xwe berdide, li gor raportên medyayê.

Ev biryar hat piştî dezgeha wê rastî rexneyên tund hat ku wê nikarîbû bi duristî bi erkê xwe jibo parastina serokê berê û berbijarê serokatîyê yê Komarî Donald Trump rabe.

Di dema mîtîngeke hilbijartinan 13’ê Tîrmehê li bajarokê Butler li Pennsylvania, teqekirinek li Trump hate kirin. Di encama wê de guhê serokê berê birîndar bû û kesekî amadebûyî hate kuştin. Êrîşkarê 20 salî yê bi navê Thomas Crooks jî paşê ji alîyê segvanekî Sazîya Nepenî hate kuştin.

Ji wê çaxê ve Sazîya Nepenî rastî rexneyên tun tê wê karê xwe bi durîstî nekiribû û rê li ber êrîşkar negirtibû ku derkeve serbanekî û teqê li Trump bike.

Li Amerîka, parastina serokên heyî û berê erkê Sazîya Nepenî ye.

Do Duşemê, Cheatle li rûniştineke guhdarîkirinê li Civata Nûneran ya Kongresê amade bû da ku bersiva pirsên endamên Kongresê derbarê bûyera 13’ê Tîrmehê bide.

Çend qanûndanerên Komarî û Demokrat bang li Cheatle kir ku dest ji posta xwe berde.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê, Sazîya Nepenî bersiva ajansa Reuters derbarê biryara karkêşana Cheatle nedabû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG