Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balî: Hêzên Me Heta 5-14 Km Dûrî Tixubê Tirkîyê Vedikişin


Berdevikê ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Musefa Balî îro Sêşemê ragihand ku hêzên wan û yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wê heta 5-14 km dûrî tixubê Tirkîyê vekişin.

Balî ji Reutersê re got ku firehîya herêmên ku ewê jê derkevin wê guherbar be û li gor danûstandinên Amerîka û Tirkîyê, deverên gundewar û xalên leşkerî wê di naveroka wê herêmê de cîh bigirin, ne bajar û bajarokan.

Hêjayî balkişandinê ye ku HSD, ku hêza wê ya serekî YPG ye, piranîya sînorê bakur û rojhilata Sûrîyê kontrol dike.

XS
SM
MD
LG