Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dibêje Tevî Agirbestê Êrîşên Tirkîyê Didomin


Minbij, Manbij, Minbic
Minbij, Manbij, Minbic

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Pêncşemê bi daxuyanîyekî nivîskî dîyar kir ku êrîşên artêşa Tirkîyê û komên bi piştgirîya wê li herema Kobanê û Bendava Tişrînê didomin.

HSD di daxuyanîya xwe de çareserîya hemû pirsgirêkan bi rêya dîyalogê dîyar kir û bi berdewamî got ku dijî êrîş û armanckirina heremê û gel wê bersîva êrîşan bidin.

HSD dîyar kir ku tevî hemû hewilên koalîsyona navnetewî û Amerîkayê jibo kêmkirina alozîyê û ragihandina agirbestê li Minbicê û hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê, êrîşên artêşa Tirkîyê û komên bi piştgirîya wê ranewestine.

HSD di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda serekî ya Amerîka ye. Washington hevkarîya bi HSD’ê jibo şerê dijî DAIŞ’ê girîng dibîne û dibêje ku operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê xeterîyê çêdikin.

Bi navbeynkarîya Washingtonê, li herema Minbicê agirbestek pênc rojan pêk hatibû ku şewa Duşemê bi dawî bû.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller ragihandibû ku ew agirbest heya dawîya vê hefteyê hatîye dirêj kirin û Washington jibo li hevhatineke berfirehtir bi Tirkîyê re li rêkan digere.

HSD’ê di daxuyanîya xwe de bang li koalîsyona navnetewî, dewletên Ereb û hemû welatan kir ku jibo rawestandina êrîşan dijî Tirkîyê helwesteke bi biryar û zelaltir nîşan bidin.

Jêder: Reuters, Daxuyanîya HSD

XS
SM
MD
LG