Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSDê Derbasî Qonaxa Dawî ya Têkbirina Daişê Dibe


Hêzên Sûriya Demokrat tevlî şerekî giran bûne li dijî bermayên çekdarên Daişê li rojhilatê Sûriyê.

Peyvdarê HSDê Mistefa Balî ragihand ku HSDê berê xwe daye gundê Baxoz ji bo pakirina wî ji Daişê û got wê gundê dawî yê di bin destê çekdaran de nêzîk bê rizgarkirin.

Komandarekî HSDê îro Yekşemê ji Ajansa Frensî ya Nûçeyan AFP re got pevçûnên giran niha lidar in û hêzên wan li ser erdê pêş dikevine.

HSDê bi piştgiriya êrîşên esmanî yên koalisyona navnetewî, li ser sînorê Îraqê, di nevçeyeke 4 kîlometrên çargoşe de şerê Daişê dikine.

Berpirsên HSDê û Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mireov ku bingeh li LKondonê ye texmîn dikin ku 3,000 jîhadiyên çekdar man e û piraniya wan biyanî ne.

Tê zanîn ku HSDê meha Îlûna borî dest bi operasyona rizgarkirina parêzgeha Dêrazorê kir, lê ji ber şer û pevçûnên giran ew hêdî-hêdî pêş ve diçûn.

XS
SM
MD
LG