Nivîsgeha Kontrolkirina Samanên Biyanî ya wezareta Xezîneya Amerîkî (OFAC) toreke ji pênc hêsankarên darayî yên Dewleta Îslamî li Iraq û Sûriyê (Daiş) destnîşan kir ku li seranserê Îndonîsya, Sûriye û Tirkiyê kar dikin.
Ew pênc kesên ku li gorî Fermana Cîbicîkar (E.O.) 13224 hatine destnîşankirin, roleke sereke di hêsankirina rêwîtiya tundrewan bo Sûriyê û deverên din ên ku Daiş lê kar dike de lîstine.
Ev tor herwiha veguhestinên diravî ji bo piştgirîya hewlên Daişê li kampên awareyan li Sûriyê pêk tîne bi rêya komkirina diravan li Îndonîsya û Tirkiyê, ku hin ji wan pereyan tê terxankirin ji bo derxistina bi qaçaxî ya zarokan ji kampan û gihandina wan bo çekdarên biyanî yên Daişê da ku wan wek çekdar bikar bînin.
Ev çalakî hevdeme ligel civîna 16 ya koma aborî ya dijî Daişê (CIFG) ya hevpeymaniya navnetewî ya têkbirina Daişê.
Amerîka, Îtalya û Erebistana Saudî hevserokatiya CIFGyê ku ji nêzîkî 70 welat û rêxistinên navneteweyî pêk tê dikin û hevrêziyê di hewildanên dijî torên piştgiriya darayî yên Daişê li seranserê cîhanê dikin.
Cîgirê wezîrê xezîneyê ji bo karûbarên teror û istixbaratên darayî Brian E.Nelson got:
"Îro, Wezareta Xezîneyê çalakî pêk anî ji bo aşkerekirin û têkbirina toreke hêsankarî ya navdewletî ya ku piştgirîya leşkerkirina Daişê dike, di nav de jî leşkerkirina zarokên hejar li Sûriyê.”
Wî her wiha anî ziman ku "Amerîka, wekî beşek ji Koalîsyona Navnetewî ya Têkbirina Daişê pêgir e ku Daişê ji şiyana komkirin û veguhestina diravî li gelek wîlayetên dadwerî yên hevreng dûr bixe."
Rûniştvanên kampên derbideran li Sûriyê yên ku ji aliyê DAIŞê ve koçber bûne û herwiha endam, alîgirên Daişê û malbatên wan hene.
Alîgirên Daişê li zêdetirî 40 welatan pere ji kesên girêdayî grûpê yên li van kampan re şandine ji bo piştgirîya vejîna wê ya siberojê.