Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde roja Înê got, Swêd hewl dide di danûstandinên bi Tirkiyê re li ser nerazîbûnên Enqerê yên girêdayî daxwaza welatî Bakurî ya tevlêbûna hevalbendiya berevaniyê ya NATOyê, pêşketineke avaker bidest bixe.
Fînlanda û Swêd meha borî serlêdana endambûna NATOyê kiribû, weke bersivekê li hember êrîşa Rûsya li dijî Ukraynayê, lê rastî dijberiya Tirkiyê tên, ku wan bi piştgirî û vehewandina milîtanên kurd û komên din ên ku ew wek terorîst dibîne tawanbar dike.
Fînlandî, Swêdî û gelek berpirsên NATO'yê din li hember van nerazîbûnan matmayî man û pêşbîniyên pêşveçûna bilez, li ser daxwazên endametîyê berî lûtkeya NATO ya li Madrîdê di dawiya vê mehê de, kêm bûn.
Linde di daxuyaniyeke siyaseta derve de li parlemana Swêdê got, "Serlêdana me di nav endamên NATOyê de piştgirîyeke berfireh wergirt...Armanca me ew e ku em bi giyanekî avaker di mijarên ku Tirkiyê anîne ziman de pêş de biçin."
Linde anî ziman ku divê guman tunebe ku Swêd bi hevalbendên xwe re li dijî terorê rawestiyaye.
Wê got, "Em ewlekariya Tirkiyê pir cidî dibînin û em ê wek endameke NATOyê hevkariyê di ewlehiya hemû endamên NATOyê de bikin, di nav de jî Tirkiyê."
Hikûmeta Swêdê roja Sêşemê ji dengdaneka vekişandina bawerîyê rizgar bû, bi alîkariya qanûndanereke ku garantî xwest da Swêd piştgirîyê bide Kurdên Bakurê Sûriyê tevî redkirina Tirkiyê û ev jî dibe ku hewildanên wê yên tevlîbûna NATOyê aloztir bike.
Enqerê herwiha rexneyan li berpirsên Swêdî dike ku wê hinardekirina çekan ji bo Tirkiyê di sala 2019an de rawestand ji ber ku Tirkiyê dest bi operasyona leşkerî li bakurê Sûriyê kir.
Digel ku rasterast behsa Tirkiyê nakir, Linde got ku endamtiya Swêd di NATO de dikare "şertên hinartina çekan di çarçoweya pîvanên me yên neteweyî de biguherîne".
Wezîr diyar kir ku hevdîtinên di navbera nûnerên Swêd, Fînlanda, Tirkiyê û NATOyê de bi ruhekî avaker tên kirin. Di civîna çapemeniyê de hat pirsîn ku danûstandin bi çi awayî avaker in, wê wiha bersiv da: "Ew nehatine sekinandin."
Wê got ku ew ji ber redkirinên Tirkiyê gelek matmayî maye, ku yekem car bi eşkereyî piştî ku serîlêdan hatin radest kirin, hatin eşkere kirin.
Wê got: "Me (berê) bi Tirkiyê re hevdîtin kiribûn û wê gotibûn ku 'bêguman nêrînên me li ser tiştên cuda hene ku em dikarin li cihê ku em ne di heman hizrê de ne, gotûbêj bikin, lê em bi xêrhatina Swêd û Fînlandayê dikin'."
Jêder: Reuters