Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Ukraynayê Siya Xwe Diavêje Ser Konferansa Xêrxwazan Ji Bo Sûriyê


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Xêrxwazên navnetewî roja Sêşemê li Bruksela paytexta Belçîkayê konferansa xwe ya şeşan ji bo Sûrîya li dar xist û got ku divê Sûrî neyên jibîrkirin tevî ku şerê Ukraynayê bala cîhanê dikişîne.

Serokê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupî Josep Borrell di destêka konferansê de got,"Raya giştî ya cîhanî diyare nikare di heman demê de bi zêdetirî qeyranekê re mijûl bibe."

Ew lê mukur hat ku "hinekî westabûn" di nav xêrxwazan de heye û got:

"Niha di serî de Ukrayna ye. Lê dev ji Sûriyeyê bernedin."

Konferansa xêrxwazan ya sala borî bi giştî 6.4 milyar dolar kom kir, ew pere ji bo alîkariya Sûriyê û welatên cîran ên Sûriyê ne ku bi penaberên Sûrî re mijûl in. Ew ne ji bo hikûmeta Şamê ne.

Piraniya pereyan dê ji bo alîkariya Sûriyên ku li Urdun, Lubnan û Tirkiyê û herwiha Misir û Iraqê penaber bûne, biçin.

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen di konferansa Brukselê de got ku "Sûriyan niha ji her demeke din bêhtir pêwîstî bi piştgiriya we heye."

Wî nîşan bi wê yekê da ku derbiderbûna mezin ya xelkê Sûriyê berdewame li gel pêşketineke kêm ji aliyê Şamê ve li ser cîbicîkirina daxwazên navnetewî ji bo çaksaziyên siyasî.

Wî got, "Krîza aborî berdewam dike û tundûtûjî berdewame, digel metirsiya domdar ya bilindbûna girjiyan, tevî ku rawestana leşkerî heye."

Di konferansê de derdora 70 welat û saziyên navnetewî, di nav dej jî ajansên Neteweyên Yekbûyî, hatin cem hev.

Rûsya ku ji aliyê Rojava ve ji bo êrîşên li dijî Ukraynayê bû armanc, nehat vexwendin.

Borrell mîlyarek Euroyên din ji bo Sûriyê ragihand ku tevaya wê digihêje 1,56 mîlyar Euro, heman wekî ku sala borî soz dabû.

Balyoza Amerîkî li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield got ku Waşinton 800 mîlyon dolar dide.

Li gorî UNHCR, 6.8 milyon Sûrî wek penaber xwe tomar kirine. UNICEF dibêje 9.3 milyon zarokên Sûriyê hem li hundirê welêt û hem jî li herêma berfireh ya li derdora Sûriyê hewcedarê alîkariyê ne.

XS
SM
MD
LG