Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka îro Înê biryar da ku plana Serokê Amerîka Joe Biden ya jêbirina 430 mîlyar dolar deynên xwendekaran ne qanûnî ye.
Dadgeha bilind bi 6 den beramber 3 dengan ev biryar da ku ew 6 dadwer wek konservatîf tên zanîn û 3 ji wan ji hêla serokê berê Trump ve hatibûn destnîşan kirin.
Plana Biden dixwest 430 mîlyar dolar deynên 43 mîlyon xwendekaran efû bike û ew wek soza wî ya dema kempeyna hilbijartinê bû.
Berî ku 6 eyaletên konservatîf Arkansas, Iowa, Kansas, Missouri, Nebraska û South Carolina jibo pûçkirina wê planê serî li dadgehê bidin, 26 mîlyon kesên kerzdar jibo programê hatibûn pejirandin.
Ger plan biketa jîyanê, hikûmeta Amerîkî wê jibo Amerîkîyên ku salê ji 125,000 kêmtir pere qezenc dikin, 10,000 ji deynên wan jêbibira.