Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz Dibêje Ewê Piştgirîya jibo Îsraîlê Bidomînin


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Pêncşemê got ku ewê seba berevanîya Îsraîlê piştgirîya çekan ya jibo Tel Avîvê bidomînin.

Scholz dîyar kir ku her çiqas ew piştgirî didin jî divê Îsraîl li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere û got ku li herêmê armanca serekî jî çareserîya bi du dewletan e.

‘’Jibo min piştgirîya jibo Îsraîlê di heman demê de, bi dayîna kelûpelên leşkerî û çekan pêşvebirina û parastina ewlekarîya kapasîteya berevanîya Îsraîlê ye.’’

Ajansa nûçeyan ya DPA do Çarşemê ragihand ku Almanya di 8 hefteyên dawî de jibo Îsraîlê şandina çekên 31 mîlyon (34 mîlyon euro) pejirand.

Ji alîyê din ve jêderên Hamasê îro Pêncşemê radigihînin ku nîşanên ji Gaza raber dikin ku rêberê wan Yahya Sînwar di operasyoneke Îsraîlê de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku ew ser îhtimala kuştina Sînwar vekolînê dike.

Hamasê ser nûçeyên derbarê kuştina Sînwar hîn ti daxuyanîya fermî nedaye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG