Komîteya Serbixwe ya Hilbijartinan li parêzgeha Duhokê dest bi kempeyna tomarkirina bîometrîk kir û bi civînekê ew xebat da nasîn.
Komîte ji hemwelatîyan dixwaze ku navê tomar bikin jibo ku di hibijartinan de bikaribin dengê xwe bidin û rê li ber sextekarî bê girtin.
Tê ragihandin ku alaqaya bo wê hewlê kêm e jiber ku hemwelatî jiber gendelî û bêkarîyê naxwazin herin ser sindoqan û navên xwe tomar bikin.