Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran ya Amerîka Dawî li Endamtîya George Santos Anî


Civata Nûneran ya Amerîka îro Înê biryar da ku endamtîya nûnerê New Yorkê yê Komarî George Santos bi dawî bîne.

Civata Nûneran, bi sedema ku Santos di derewên di kempeyna xwe ya hilbijartinê ya 2022an de û jiber du tawanên federalî yên dijî wî biryara dûrxistina wî da.

Di dîroka Amerîka de cara şeşan e ku qanûndanerek bi vî awayî ji Civata Nûneran tê qewitandin û Santos endamê yekê yê Komarî ye ku rûbirûyê vê encamê dibe.

Komîteya Etîkan ya Civata Nûneran (House Ethics Committee) raportek weşandibû û tê de Santos "meşandina toreke tevlihev ya kiryarên neqanûnî yên bi kempeyna hilbijartinê, mijarên kesane û mijarên darayî” sucdar kiribû.

Biryara dûrxistina Santos ji Civata Nûneran bi 311 bermaber 114 dengan hate dayîn û 2/3 dengên hemî endaman pêdivî bu biryar were pejirandin.

XS
SM
MD
LG