Di êrîşeke çekdarî ya li xwendingehê de herî kêm 8 kes li Lîseya Santa Fe ya başûrê rohjilata Teksasê hatine kuştin.
Berpirsê rêvebirîya perwerde ya Santa Fee, Ed Gonzalez ragihand ku reng e hejmara kuştîyan heta 10 zêde be.
“Dibe ku 8 heta 10 kes hatibin kuştin ku piranîya wan xwendekar in. Em bawer dikin ku êrîşvanê berguman jî xwendekar e."
Gonzalez da zanîn ku di êrîşê de polîsek jî birîndar bû. Rêvebirîya perwerde ya Santa Fee di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku di êrîşa çekdarî de birîndar jî hene, lê ti hurgilîyên din nehatin dayîn.
Serokê Amerîka Donald Trump êrîş wek kiryareke hovane bi nav kir û soza piştgirî ji malbatên qurbanîayan re da.
"Em di vê bi we bûyera trajîk de, bi we re ne. Ez soz didim ku emê çekan ji destê wan kesan bistînin ku xeterî li ser xwe û li ser civakê dikin."