Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez ku mazûvanîya hilcivîna NATO'yê dike, îro Çarşemê ser kombûna rêberên hevalbendîyê li Madrîdê axifî.
Sanchez got ku hilcivîna NATO'yê ser êrîşa Rûsya ya li Ukrayna peyameke xurt dide Serokê Rûsî Vladimir Putin ku ewê bi ser nekeve.
Sanchez demeke zûtir ya îro jî gotibû ku NATO wê di konsepta xwe ya stratejîk ya nû de Rûsya wek gefa serekî ya NATO'yê bi nav bike.
NATO berê Moskowê wek hevkareke stratejîk qebûl dikir, lê êrîşa wê ya ser Ukrayna helwest û sîyaseta hevbendî yê dijî Rûsya bi giştî guhertiye.