Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îspanya Sanchez bi Wezîrê Îsraîlî Gantz re Peyîvî


Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez ragihand ku wî îro Înê bi endamê kabîneya şer ya Îsraîlê Benny Gantz re peyivî.

Axaftina Sanchez û Gantz piştî gotinên wî yên ku hêrsa Îsraîlê rakiribûn, tê û armanca Sanchez ew bû ku girjîya navbera her du dewletan kêm bike.

Sanchez gotibû ku bi wî re guman çêbûne ku Îsraîl li gor hiqûqa navneteweyî tevnagere û dîyar kiribû ku operasyonên leşkerî yên li Gaza nayên qebûl kirin.

Îsraîlê ser gotinên Sanchez bang li balyozê xwe yê li Îspanya kiribû ku ew vegere welêt ku ew danûstandinan bikin.

Li gor ragihandina Sanchez wî ji Gantz re, ku berê wezîrê berevavanî yê Îsraîlê bû, gotiye Îspanya dost û hevbenda Îsraîlê ye.

Sanchez ji X’ê dîyar kir ku mafê Îsraîlê heye ku ew li hember êrîşên terorî berevanîya xwe bike, lê got ku mirina sîvîlên li Gaza nayê qebûl kirin û Îsraîl divê li gor hiqûqa mirovahî ya navneteweyî tevbigere.

Navbera mirovahî ya Hamas û Îsraîlê li ser li hev kiribû îro Înê di roja 7’an de bi dawî bû.

Îsraîlê dîyar kir ku Hamas li gor şertên lihevkirinê tevnagera û ragihand ku wê dest bi operasyonan kiriye.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dîyar kir îro Înê piştî piştî dawî li navbera mirovahî hatiye li Gaza bi kêmî ve 109 kes hatine kuştin.

Jêder: X, France24

XS
SM
MD
LG