Li Enqerê îro Duşemê rûniştina 52’yan ya Doza Kobanê hat lidar xistin. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, parlementerên Partîya Çep ya Kesk, endamên Komîsyana Hiqûqê yên HDP’ê û parêzerên parastinê beşdarî vê rûniştinê bûn.
Hinek ji sîyasetvanên ku di vê dozê de tên darizandin di rûniştinê de amade bûn û yên li bajarên din in jî bi Sîstema Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdar bûn.
Parêzeran li hemberî doznameya ku ji 5 hezar û 500 rûpelî pêk tê demeke dirêjtir daxwaz kirin, lê ev yek hate redkirin.
Hevserokê HDP’ê Sancar piştî beşdarbûna Doza Kobanê li Navenda Giştî ya HDP’ê bi Hevberdevkên Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê yê HDP’ê Serhat Eren û Nuray Ozdogan re li ser vê dozê preskonferansek lidar xist.
“Ev doz piştî bûyerên Kobanê 6 sal şûnde hate vekirin. Hevalên me li hemberî vê doza dek û dolaban ya kumpas li ber xwe didin. Desthilatî bi vê doza bê hiqûqî dixwaze ku ji partîya me tolhilde û mafên Kurdan tune bike,” Sancar di preskonferansê got.
Doza Kobanê, ku di derheqa 108 rêvebirên HDP’ê de hatibû vekirin, cara yekê di 26’ê Nîsana 2021’an de li Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê, di Dadgeha Cezaya Giran ya 22’an de destpê kiribû. Îro jî 52’emîn rûniştin hate kirin.
Di sala 2014’an de dema rêxistina terorîst DAIŞ’ê êrîşî bajarê Kobanê kir, rêberên HDP’ê li ser Twitter’ê peyam parve kiribûn. Sancar di civînê de ew dem bibîr xist.
“Dema êrîşên DAIŞ’ê li Kobanê destpê kir, li Tirkîyê jî ji alîyên gel ve hin protesto pêk hatin. Rêberên me di wê demê de peyamek li ser Twîtter’ê belav kiribûn. Niha em dibînin ku desthilatî vê yekê wekî behane nîşan dide û vê dozê bi wê Tweet’ê ve girê dide. Lê armanca wan ya bingehên ew e ku bi van dek û dolaban vîna gel tune bikin.”
Sancar bibîr anî ku li ser bûyera Kobanê 9 sal borîye lê ti delîlekî hiqûqî di destê hikûmetê de nîne. Wî herwiha destnîşan kir ku sîyasetvanên Kurd û partîya wan bi awayekî kumpas têne tawanbarkirin. Wî herwiha got ku desthilatî bi vê dozê dixwaze ku metirsî û hovatîya DAIŞ’ê bide jibîrkirin.
“Li Sûrîyê Kurdan mafên xwe yên xwezayî bidestxistin. AKP û hevparên wî bi vê Doza Kobanê dixwazin ku van destketinên Kurdan ji destê wan bigirin û tune bikin. Em vê doza dek û dolaban ya Kobanê jî di vê çarçoveyê de dibînin. Ew bi vê hincetê jî dixwazin ku partîya me bigirin.”
Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, di 7’ê Hezîrana 2021’an de jibo ku HDP were girtin li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) doz vekiribû. Ev doz li Komîteya Giştî ya AYM’yê di 21’ê Hezîranê de bi yek dengî hatibû pejirandin.
Bawerîya rêvebirên HDP’ê ji destpêkê de heta niha jî ew e ku bi vekirana Doza Kobanê, dewletê jibo girtina HDP’ê hewl daye ku behaneyan pêk bîne.
Nûçegîhanê me yê Enqerê Eyyûp Demîr bersîva hevkarê me Sîrwan Qiço yên ser vê dozê dide: