Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî piştî ji seredana Ewrupa vegeriyayî, got ku destek li pişt xwepêşandanên li herêmê heye û dixwaze aloziyan peyda bike.
Barzanî got ku ewê bi hêza qanûnê rê li ber têkçûna dest û darê herêmê bigirin.
Samî Rêkanî, mamosta li pişka zanistên siyasî li Zanîngeha Duhokê got ku dû cemserî heye û tê bikarînan jibo her layenek bikaribe pitir giranîyê li ser hember xwe deyne.
"Ne di berjewendiya zilhêzên cîhanê de ye ku rewşa Herêma Kurdistanê biteqê çimkî dê rewşa Îraq û Sûriyê ji dest derkeve."