Gelek ji jinên endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) di tawanên vê rêxistina radîkal de cîh girtine. Hinek ji wan jinan welatîyên Rojavayî ne.
Yek ji wan jinên DAIŞî Samantha El-Hassani ye ku wek Um Yusif tê nasîn. Ew niha li Amerîka ye û bizavê dike ku xwe ji tawanên DIAŞê bêguneh bike.
Lê rêkxistina mirovahî ya bi navê Free Yezidi Foundation raportek nû weşand û rêvebira wê Perî Îbrahîm daxwaz dike ku dadgehên Amerîkî nermî li hember vê jinê nişan nedin.
"Vê jinê bi mêrê xwe re û bi pere Amerîkîyan 2 keçên Êzîdî û zarokek ji bazarê Sebaya kirîne û wê dizanî ku mêrê wê zora seksî li wan 2 keçan kiriye."