Medyaya dewletê ya Sûrîyê îro Sêşemê ragihand ku Îsraîlê êrîşa esmanî biriye ser Şama paytext.
Medyaya Sûrî dîyar kir ku di êrîşê de 3 sivîl hatine kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûne.
Kanala dewletê ya Sûrîyê ragihandibû ku di êrîşa Îsraîlê de pêşkeşkarek hatiye kuştin, lê ne zelal e ku ew pêşkeşkar di nav wan 3 sivîlan de ne, yan ne.
Medyaya dewletê dîyar kir ku êrîşa esmanî ya Îsraîlê zarareke mezin daye avahîyên taybet.
Îsraîlê jibo pirsên derbarê êrîşan dîyar kir ku ew ser nûçeyên di medyaya bîyan de ti şîroveyê nake.
Îsraîl bi salan e êrîşan dibe ser navendên bi Îranê re peywendîdar.
Piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmeha 2023’yan, ku li başûrê Îsraîlê li dar ketibûn, wê dewletê êrîşên li ser navendên bi Îranê re peywendîdar zêdetir kirin.
Jêder: Reuters