Serokê Parlemana Îraqê bal kişand ser girîngiya beşdarbûna Xelkê Îraqê di piroseya Hilbijartinan de ku îro Şemiyê birêve diçe û dê di encamê de 329 endamên Pûarlemanê bêne hilbijartin.
Selîm el-Jibûrî, di hevpeyvînekê de li gel beşe Kurdî yê Dengê Amerîka got:
“Em hêvîdarin beşdarbûna xelkê div ê astê de berdewam be. Armanca sereke ewe beşdarkirina xelkê, ji ber ku beşdarbûna xelkê hêviyên me yên mezin pêk tîne ji bo duristkirina Îraqa siberojê.”