Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sirri Sakik: Li Mûşê 2,500 Dengên Me Hatine Betal Kirin


Tevî ku hilbijartinên xwecîhî li Tirkiyê pêk hatin jî li hin cîhan ser encamên hilbijartinê nîqaş hene ku ji wan yek bajarê Mûşe ye.

Li Mûşê di hilbijartinan de li gorî encamên ne fermî berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) 15,919 deng anku 34 ji sedê dengan wergirtine. Berbijarên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî 15,381 anku 33 ji sedê dengan wergirtine.

Ferqa dengên di navbera AKP û HDP’ê de 611 ye û HDP’ê bo jinûve jimartina dengan îtîraz kir û serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Mûşê da.

Piştî îtîraza HDP’ê, Walîtîya Mûşê bi sedema ‘îhtîmala çalakîyên provakatîf’ li seranser bajêr bo 15 rojan hemû çalakî qedexe kirin.

Berbijarê Hevşaredarîya Mûşê yê HDP’ê Sirri Sakik got ku nezî 2,500 dengên HDP’ê hatine betal kirin.

“Tevî ku hîn îtîrazên me didomin û mazbata nehatine dayîn, Walîyê Mûşê çûye berbijarê din wek şaredar pîroz kiriye.Tevî ku hîn sindoq nehatibûn vekirin û hilbijartin bi dawî nebûbû, walî bi polîs û leşkeran ev der xistibû dibin dorpêçê. Bi vî avayî tê xwestin ku bi zora derfetên dewletê desthilata xwe berdewam bikin,” Sakik got.

Sakik got ku ew li bendê ne ku Komîsyona Hilbijartinê ya Mûşê heta roja Înê bersîva îtîraza wan bide.

AA_04_02_2019_Sakik
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG