Hêzên hikûmeta Sûrî îro Înê derîyeke sînorî ya bi Urdunê, piştî çend salan careke din xist bin kontrola xwe alaya xwe li wir bilind kir.
Girtina derîyê Nasîb ya stratejîk wê derfet bide hikûmeta Sûrî ku xwe bigehîne welatên herêmê û tiştên xwe bifroşe welatên Ereb.
Serhildayên Sûrî bi operasyona mezin ya hikûmeta Sûrî, ku piştgirî ji Rûsya digirt, gelek lawaz ketibû. Piştî ku Amerîka j ew hêlabûn, serhildayan neçar mabûn ku xwe radestî hêzên hikûmetê bikin.
Ragihandina kontrolkirina derîyê Nasîb çend demijmêr piştî ku serhildayan dabû zanîn ku wan bi navbeynkarîya Rûsya giheştiye rêketinekê ku dawî li tundîya li istana Deraa bînin.