Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim ser Mijarên Aktuel li Rojava Diaxife


Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de, Hevserokê PYD'ê Salih Mislim li ser jimareke mijarên aktuel dipeyîve.

Birêz Mislim dibeje, hilbijartin jibo Rojava derfeteke baş e û divê herkes beşdarî lê bike. "Em wek PYD piştgirî li biryara hilbijartinê dikin û hêvî dikin ku hilbijartin encamên erênî jibo Rojava bîne."

Mislim dîyar dike ku hilbijartin di demokrasîyan de rêka herî baş e. "Bila kesek li bahaneyan negere û ji hilbijartinan nereve. Hilbijartin derfet e ku gel biryarê bide piştgirîya kê dike û kê wek nûnerên xwe dibîne."

Hevserokê PYD red dike ku şertên pêkanîna hilbijartinan li Rojava tuneye. Ew dibêje, tevî ku carna êrîş çêdibin jî, Rojava herî aram ya seranser Sûrîyê ye.

Li ser babeta kolandina xendekan ser sînora navbera Herêma Kurdistanê û Rojava, Mislim nerazîbûna xwe radigihîne û wê yekê tundî rexne dike.

"Li seranser cîhanê sînor radibin, dîwar têne hilweşandin lê li ser sînorêxendek tê kolandin. Gel wê yekê qebûl nake û nerazîbûna xwe nîşan dide."
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:19 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG