Roja sêşemê çavdêrîya sûrî ya mafê mirovan SHOR li ser malpara xwe ya fermî rapora serjimarên qurbanîyên şerên navxweyî li sûrî weşand.
Li gorî raporê, 606 hezar kes di şerê sûrîyê yê 10 salan de hatine kuşt in. ji wan 500 hezaar ku ji alîyê SOHR ve hatîye piştraskirin.
Serokê çavdêrîya Sûrî ya mafê mirovan SHOR Ramî Ebidrehman di daxuyanîyek taybet de ji bo Dengê Amarîka dibêje ku "Piştî hilbijartinên Serok komariyê li Sûriyî çavdêrîya sûrî ya mafê mirovan SHOR serjmarek nûjen ji têkçûnên mirovî li Sûriyê belav kir."
Li gorî çavdêrîyê hejmara kuştiyên di şerê sûriyê de giheştiye dora 500 hezar kesan, di navbera sivîl, leşker û komên radîkal de.
Sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane yên ku ji hêla çavdêrîya sûrî ya mafê mirovan ve hatine belge kirin piraniya wan ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin kuştin. Ew dibêje " Li gorî agahiyên di nava destê çavdêrîya Sûrî ya mafên mirova SOHR'ê de, serjmarek heya niha 606 000 kesî jiyana xe ji destdane, hejmara ku çavdêrîyê karî bû bi belge bike 495 000 kes in."
Li gorî heman raporê ku hejmara sivîlan 159,774 kesî jîyana xwe ji dest dane. Ku pirranîya wan li gorî SHOR li ser destê rêjîma Sûrî hatine kuştin.
Serjimara raporta SHOR jî wisa ye:
Serjimara Sivîlên Hatine Kuştin
- Mêr , 119 591sivîlên mêr ku temenê wan di ser 18 salî re ye jiyana xwe ji dest dane.
- jin, 15135 jinî ku temnê wan di ser 18 salî re ye.
- zarokên ku temenê wan jêrî 18 sal ye 25048 zarok in."
Serjimara Leşker Û Çekdarên Hatine Kuştin
Li gorî raporê di 10 salên şerê navxweyî yê Sûriyê çekdarên ku hatin kuştin ji hemû layanên şerker 300.262 çekdar hatine kuştin.
- Leşkerên rêjîmê yên hatine kuştin 91031 leşkr in.
- Milîsên (DÎfaa Elwetenî) yên Sûrî 66995 Endam hatine kuştin.
- Milîsên Hizbullah a Lûbinanî 1707 endamin yên ku ji aliyê Rawangehê de hatine bi belge kirin.
- Hêz Îranî û milîsên bi ser ve 8593 endam hatine kuştin.
- Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê dora 13000 hezar endamî jiyan xwe ji dest dane di şerê beramberî rêxistina DAIŞ'ê de.
- Şervanên PKKê der dora 936 endamî jiyana xwe ji dest dane li gor danayên di nava destên me de.
- Kuştiyên Daiş zêdetir ji 40.000 kuştî ne.
- Kuştiyên komên radîkal weke Elnusra û çekdarên Elqayîda dora 28000 kuştî ne.
- Çekdarên opizisyonê dora 50.000 kuştîn e.
Yên bi Êşkence mirine, Yên Windane, Koçber û Penaber in
Hêjaye gotinê ye ku çavdêrîya mafê mirovan di rapora xwe de balê dikşîne ser ku ev sejimara wan hemî qurbanyane yên ku di navbera demên 15ê Adara 2011 an, heya 30ê Gulana 2021 li Sûriyê hatine kuştin.
Her wisa dibêje ku ev serjimar ji bilî 47 hezar sivîl ku di girtîgehên rêjîma Sûrî de bi işkencê de hatine kuştin. Her wisa 3200 girtî windayên destê Daişê ne. û 4100 çedarên rêjîma sûrî yên çarenivîsa wan ne dîyare. Her wisa 1800 windayî li ser destê çekdarên opisyona Sûrî hene.
Li gorî heman raporê 2.100 000 sivîl birîndar hene.13000.0000 Sûrî di nav axa welêt koçber in û li derveyî welêt penaber bûne.