Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje ew li Bende yê Tirkîyê Êrîşên Ser Sûrîyê Bisekinîne


Karbidestên Rûsî dibêjin ew li bende ne ku Tirkiye di demek kurt de erîşê xwe ên li bakurê rojhilata Sûrîyê bi dawî bike.

Li gor Rûsan, Kurdên Sûrî pilanên xwe yên bo rêvebirîyek xweser betal kirine û şervanên Kurd dê beşdarî hêzên patronê Sûrîyê bibin da ku sînor control bikin.

Li gor ragihandinên karbidestên Sûrîyê ku naxwestine nasnamê xwe dîyar bikin, danûstandinên di navbera Şamê û Kurdan de nêzî salekî berê, dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump yekem car ramana vekişandina leşkerên Amerîkî ji bakurê rojhilata Sûriye-yê ya di bin kontrola Kurdan de, eşkere kirîbû, dest pê kirîye.

Herwûha Karbidestan bal kişand li ser yek ji sedemên ku biryara serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ya erîşa dij sînorê dabin kirina yekîtîya herêmên Sûrîyê ye da ku rêvebirîyek Kurdî ya li bakur-rojhilata Sûrîyê ye neyê avakirin.

Tirkîye, Çarşema borî Operasyona bi nave Kanîya Aştiyê li gor dîyarkirîna xwe û bigotinên xwe bi armancên wekî têk birîna Kurdên terrorist yên li ser sînorê Surîyê ku ewlehîya sînorên xwe û arîkariya vegera ewlehî ya penaberên Sûrî pêk bîne, dest pê kiribû

Enqerê şervanên Kurdên Sûrî, yîn di şerê dijî DAÎŞÊ de hevalbendên sereke yên Amerîkayêne,wekî bingehek ji serhildeyên Kurd yên li Tirkîyê dibîne. .

Li gor hem karbidestên Rûsî hem jî pisporan, hefteya borî Serokê Rûsî Vladimir Putin êrişaTirkiyê ya bakur rojhilata Sûriye piştrast kir, lê hin xetên sor ên xwe yên wekî ku

ev êrişa rê nede dagirkeriya mayînde ya axa Sûrîyê ya ji hêla Tirkîyê jî dest nîşan kir.
Wekî berdêla pejirandina Kremlînê ya êrîşkariya Tirkî de, tê payîn kirin ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan planên Moskowê yên bo pêşeroja siyasî ya Sûrîyê razî be, ya ku êwê serok Beşar el-Esed, hevpeymanê Rusyayê ye , serwerîya tevahîya Sûrîyê daxwaz dike.

Serokên Rusya û Tirkî hefteya borî, di destpêka erîşên asmanî yên dijî bajarên Kurdan li ser telefonê axifîn.

Li gorî agahiyên medyayên herêmî, Artêşa Sûrî ûeva Ûemîyê ketîyê Menbîjê. Yekîneyên Sûrî plan dikin ku di nav 48 demjimêrên pêş de bigihîjin bajarê Kobanî, ku nêzîkî 60 kîlometreyan dûr e.

Revebîrîya xweser ya Bakur-Rojhilatê Syria şeva Şemîyê bidaxuyanîyek fermi dîayr kir ku ev bi Hezên Surîya Demokratîk (HSD) bi Şam û Moscowê gihîştîne peymanekî re piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina hezên xwe yên leşkerî ji heremê. Biryar piştî pênc rojan hate stendin piştî ku Tirkan dest bi operasyona bi piştgirîkirina milîsên erebî yên Sûrî kirin ku ji fraksiyonên serhildarê ku berê dijî Esad bun jî pêk tên.

Roja Şemîyê, di encama erîşek esmanî ya Tirkîyê 11 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 70 kes birîndar.

Hêzên bi rêbertîya Kurdan di sala 2011-an de piştî destpêka şerê navxweyî, herema bakur-rojhilata Surîyê control kirin, rêvebirîya xwe damezrandin, lê her dem gotin armanca wan xweseriyê û ne serbixweyî ye, da ku alozîyêk dernekeve.

Tevî dijminatiya hevbeş a di navbera Kurd û Şamê de, ku hukûmeta Baasîst bi awayekî sîstematîkî li ser Kurdên Sûrî yên serxwebûnê daxwaz dikirin, zilim kir. Heta niha, di navbera HSD û hêzên hikûmeta Sûrî de kêm caran pevçûn derket. Qamişlî, bajarê herî mezin ê bakurê rojhilata Sûriye her gav xwedî sektorek hukumeta Sûrî ye û balafirgeha artêşa leşkerî ya Surî jî li vir dişixulî.

Her du aliyan têkiliyên bazirganî domandin û Şam berdewam kirk u mehaneyên karkerên hukûmetê bide.

Car carinan, bo berjewendîyên wan ên hevbeş de li dijî dijminên hevbeş, hukumeta Sûrî û HSD operasyonên leşkerî bihevra dimeşandin.

Fermandarên sereke ên Kurd, bi gelemperî xwe bi cûdakarên Kurd ên Tirkiyê ve girêdayî dikin, bi dubarekî ji rojnamevanan re dîyar kirin ku, bo sedmên jeopolîtîk em hewcene kû bi serok Esed re sîyaseta hensengî(deng)yan desthilatdarîyê bimeşînin. Fermandarekî payebilind ê HSDê di sala 2013-an de ji rojnamevanan re wûsa got: " Rejîma Esed dizane ku em bi hêz in, ji ber vê yekê tercîh dike ku naha êrîşî me bike. Em jî tercîh dikin ku naha êrîşî Esed nakin, tevî ku em dizanin ew hevalê me nine. "

nebûna nakokiyek eşkere ya bi ŞAmê re, nirxandinên wekî Kurd dî gel hikumeta Surîyê cîh dîgre derxist hole. Ev nêrîn ji hêla Kurdên Iraqiraqî ve ku hevwelatiyên xwe yên Sûrî bi tevgerandina li gor Esad tawanbar dikin ve hat ziman.

Lê Reberên Kurd digotin ku şerê di navbera serhildayan û Esed de şerê wan nîne û y di navbera Sunnî Ereb û Şîîyan de ye. Wan dîyar dikirin ku ew bajar û dewerên xwe naxwazin wek herema Halebê wêran bibe.

An niha, xuya dike ku ev buye sedema peymana bi Esad re.


Nivîsandina li kovara Foreign Policy Yekşemê, Fermandarê HSD-ê Mazlum Abdi got: "Heke ku em mecbûr bimînên ku di navbera sazîşîyan û qirkirina gelê xwe de hilbijêrin, em ê bê guman jiyana gelê xwe hilbijêrin." Wî pejirand ku Kurd dê neçar bibin ku lihevkirinên bi êş bi Moskow û Beşar el-Esed re bikin.

Pirsa mezin a niha, li gorî Joshua Landis, berpirsê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Oklahoma, gelo Tirkiye dê erîşên xwe rawestîne an dê amade be ku bi hêzên hukûmeta Sûrî re şerekî bike û têkiliyên xwe yên germkirina bi Moskow re têk bibe. Ew dibêje ku hikûmeta Sûrî dê heremên petrol û gazê yên ku ji alîyê Kurdan tê control kirin, ku ji bo nûvede avakirina Sûrî pir girîng in, bistîn e.

Dema ku karbidestên Rûsî dihevpeyvîna bi Dengê Amerîkayê de, xuya dikirin ku ew bibawerin ku Tirkiye dê girêdayê ji xetên sor ên Putin bin , Landis dibêje ku ew hîn jî hewl dide ku, sînorên firehîya armancên Erdogan li Sûrîyê fehm bike. “Erdogan di heman demê de bawer dike ku Tirkiye xwedî wekî mîrateya împaratoriyek mezin mîsyonek bêhempa ye, miletek e ku ji cesaretê zilaman hatî damezrandin," wî li ser tweetê dîyar kir.

XS
SM
MD
LG