Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya Êrîşên Muşek û Dronan Didomîne


Şerê Rûsya li Ukrayna
Şerê Rûsya li Ukrayna

Karbidestên Ukrayna îro Çarşemê radigihînin ku Rûsya êrîşeke muşekî biriye ser bendergeha Odesa û di encamê de herî kêm 2 kes hatine kuştin.

Ew êrîş beşekî wan êrîşan bû ku Rûsya bi 20 dron û 5 muşekên balîstîk birine ser gelek herêmên Ukrayna.

Hêzên esmanî yên Ukrayna ragihand ku berevanîya esmên ji 20 dronanan 14 xistine û dîyar kir ku êrîş li Charkasy, Dnipropetrovsk, Kherson, Khmelnytskyi, Mykolaiv, Odesa, Rivne û Vinnytsia li dar ketine.

Walîyê herêma Rivna Oleksandr Koval ji Telegramê dîyar kir ku Rûsya bi dronan êrîş birine ser binsazîya enerjîyê û got ku di êrîşan de ti kes birîndar nebûye.

Kompanîya belavkirina elektrîkê, Ukrenergo dîyar kir ku Rûsya êrîşeke giran biriye ser kargeha wan ya li Rivne.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî ragihand ku li Belgorod û Voronejê du dronên Ukrayna hatine xistin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy li Washingtonê zorê dide rêberên NATO ku alîkarîyan bidin artêşa welêt.

Zelenskyy derengê roja Sêşemê da zanîn ku Rûsya pêr Duşemê bi 40 muşekan êrîş birine ser Ukrayna.

Wî dîyar kir ku Rûsya êrîş biriye ser nexweşxaneyeke zarokan û got ku di êrîşan de bi kêmî ve 43 kes hatine kuştin û 200 kes jî birîndar bûne.

Rêberê Ukraynî dîyar kir ku divê bi taybetî Amerîka jibo alîkarîyan demûdest tevbigere û li benda hilbijartinên seroktîyê yên meha Mijdarê nemîne.

Zelenskyy roja Sêşemê di hilcivîna NATO de jî bi heman rengî axifîbû û ji VOA re dîyar kiribû ku ewê bi rêberên hevpeymanîyê re bicive.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî Ukraynî Dmytro do Sêşemê kom bûn. Blinken berî civînê careke din piştrast kir ku Amerîka hevbenda nêz ya Ukrayna ye.

‘’Serketina Ukrayna ya wek welatekî xurt û serbixwe, li hember êrîşvanîya Putin û Rûsya ya dijî Ukrayna tê domandin, bersîva herî baş e’’

Wî dîyar kir ku ew çend salên berê li Ukrayna çûye serdana wê nexweşxaneyê ku Rûsya êrîş biriye ser, û got ku li wê nexweşxaneyê zarokan û kesên bi kanserê ketine dihatine derman kirin.

Kuleba got ku jibo nexweşxane jinûve were ava kirin divê Amerîka alîkarîyê bike û dîyar kir ku nexweş li benda dermankirinê ne.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî do Sêşemê ser êrîşa li nexweşxaneya zarokan ya Okhmatdyt ya Kîevê demûdest km bû.

Cîgira Serokê Ofîsa Karên Mirovahî ya NY’ê Joyce Msuya dîyar kir ku divê nexweşxane li gor hiqûqa navneteweyî werin parastin.

Msuya got ku êrîşeke bi qest ya dijî nexweşxaneyê tawana cengê ye û divê berpirs hesabê bidin.

Wê dîyar kir ku servîsên onkolojî û çavdêrîya krîtîk zarar dîtine û navenda dîyalîzê hilweşîye.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG