Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) li Qamişlo roja Çarşemê piştî xebateke berfireh ya sê salan referansek zimanzanî bi navê “Rêzimana Kurmancî” weşand.
Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê di malpera xwe ya fermî de dîyar kir ku jibo danîna rêziman û rastnivîsîneke standard, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, ji 2019'an ve SZK erkdar kirîye.
“Rêzimana Kurmancî” ji alîyê seroka SZK'ê Vîyan Hesen û endamê SZK'ê Ferhad Mûsa ve hatîye amade kirin û ji weşanên SZK'ê ye.
"Armanca serekî standarkirin û yekkirina rêzimana Kurmancî û rastnivîsa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye, taybetî jibo sazî û dezgehên Rêvebirîya Xweser," Vîyan Hesen got.
SZK dibêje ku "Rêzimana Kurmancî" li gor pîvan û ferhengên zimanzanîyê yên hevdem hatiye amade kirin. Ew ji şeş beşan pêk tê: dengzanî, morfolojî, ristesazî, watezanî, rastnivîs û xalbendî.
Karbidestên SZK'ê dîyar dikin ku ev berhem ji alîyê gelek zimanzanên Kurd, dezgeh û zimanê Kurdî li hundir û derveyî welêt ve hatîye nirxandin berîya ku were serast kirin û çap kirin.
SZK herwiha xuya dikie ku ev Rêzimana Kurmancî li ser bingeha bi dehan rêzimanên din hatiye amade kirin û di gelek mijaran de pişta xwe daye wan berhemên berê.
"Berhemên rêziman yên heta niha hatine weşandin piranî yên takekesî bûn, lewma nikarîbûn yekkirina nivîskî çêkin," Endamê SZKê û nivîskarê rêzmanê Ferhad Mûsa got.
SZK sazîya zimên ya herî bilind û biryarder li herêmên Rêvebirîya Xweser e.
SZK di sala 2007'an de li Qamişlo hate damezrandin û heta sala 2011'an xebatên xwe bi awayekî veşartî dikir.
Di Îlona 2011’an SZK xwe eşkere kir û li gundê Duraqlî yê Efrînê dibistana yekê ya bi zimanê Kurdî, bi rêve bir, berîya ku li seranserî herêmên Kurdên Sûrîyê û Rêvebirîya Xweser sîstema zimanê dayîkê bipejirîne.
Zimanê Kurdî yek ji sê zimanên fermî yên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ye û di pergala perwerdeyê de jî zimanekî serekî ye.
Li gor berpirsên SZKê, referansa zimanzanîya Kurmancî li herêmên Kurdên Sûrîyê niha ketîye pratîkê jî.