Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl: Em di Hemî Enîyên Şer de Serketî ne


Di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Rêdûr Xelîl, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) agahîyên nû li ser şerê dijî komên çekdar yên radîkal dide.

Birêz Xelîl dibêje, ew di hemî enîyên şer de serketî ne û ti car nahêlin ki Nusra û komên din li herêma Kurdan îmaretên Îslamî ava bikin.

Xelîl dîyar dike ku ew di qonaxeke awarte de derbaz dibin loma jî banga seferberî kirine ku qîz û lawên Kurdan gî tev li wan bibin.

"Êrîşên ke têne kirin, ne dijî YPG'ê ye, lê bi giştî dijî hebûna gelê Kurd e û sazîyên wê ye.Gelê me vê yekê baş dizane û hemî piştgirîya xwe dide me"

Berdevkê YPG'ê rexne li fermandarîya Artêşa Azad ya Sûrî dike ku xwe radestî el Qayde kirîye û hember êrîşên wan yên dîjî Kurdan bê deng e.


please wait

No media source currently available

0:00 0:08:13 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG