Roja 22 mehê roja înê Rêvebirîya Xweser a bakur û rojhilata Sûrîyê eşkere kir ku wan di roja 21 mehê de roja pênçşemê 11 zarokên çekdarên DAIŞê yên Rûsî radestî şandeyeke Rûsî kirin.
Li ser zarê malpera fermî ya Desteya Têkilyên Derve ya Rêvebirîya Xweser roja Pêncşemê şandeke Rûsî bi serokatiya alîkara Serokê Komîseriya Mafên Zarokan ya Rûsyayê Elena Alexandrova serdana Avahiya Desteya Têkilyên Derve kir.
Şandaya Rûsî ya ku bi mebesta wergitina zarokên welatan xwe serdana Qamşlo kir ji aliyê Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve Ebîr Eliya û enamên rêveberya Desteya Têkiliyên Derve hate pêşwazî kirin.
Li gorî Desteya têkilyên, Cîgirê hevserokatiya Desteya Têkilyên Derve Hevbeş Ebîr Eliya ji şandeya Rûsî re tekez kir ku Rêvebirîya Xweser dê berdewam bi hevkariya bi Rûsyayê û hemû welatan ku hemwelatî û zarokên wan li navçeyên Rêvebirîya Xweser hene.
Her wiha Ji aliyê xwe ve, berpirsa Rûsî jî tekez kir, ku hikûmeta welata wê dê berdewam be ji bo vegerandina hemû zarokên Rûsî li Sûrîyê.
Di dawiya civînê de, her du aliyan li ser belgeyeke fermî ya radestkirina zarokan imze kirin.
Hêjaye gotinyê ku heya dîroka roja 21 vê mehê 13 ceran Rêvebriya Xweser zarokên Rûsî radestî şandeyên wî welatî kirine.
Li gorî serjmarên dawî yên me ji Desteya Têkilyên Derve bidestxistine hey dema amadekirina vê raporê 265 zarokên ku tekezî li ser nasnameya wan ya Rûsî hatiye kirin hatine radestkirin ji bo Rûsiyayê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêvebirîya Xweser bi destpêkirina gefên pêkanîna operasiyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve raya giştî ya navdewletî hişyar kir.
Rêvebriya Xweser tekez dike ku her êrîşeke Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê dê bandorên neyînî yekser li ser rewşa kamp û navendên ku bi deh hezaran malbat, Zarok û çekdarên DAIŞê lê hene bike.
Rêvebriya Xweser çendîn car bang li welatan biyanî û rêxistinên navdewletî dike ku hemwelatiyên xwe vegerîn in û deoseya DAIŞê çareser bikin, lê heya niha ev pirsgirêk bi awayekî navdewltî nehatiye çareser kirin û ev yek cihê nerazîbûnêye li cem rayedarên bakur û rojhilata Sûrîyê