Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belcîka 3 Gomanbarên Rwanda Yên Cenosîda 1994'ê Desteser Dike


 Fabien Neretsé, yek ji tawanbarên komkujiyên Rwanda
Fabien Neretsé, yek ji tawanbarên komkujiyên Rwanda

Peyvdarê Serdozgeriya Belcîka di daxuyaniyekêda ragihand, ku wan 3 zilamên tawanbar yên destê wan li gel komkujiyên li Rwanda yên sala 1994ê heye girtine.

Peyvdar Eric Van Duyse dibêje "Ew hersê bi tawankariyên metirsîdar yên li dijî mafên mirovan tên tawanbar kirin."

Eric Van Duyse, Şemiyê di daxuyaniyê pêzanînên zêdetir nedan, tenê got li gor şahidên ku ji Rwanda gihane wan ew lêkolînan û lêpirsînan li dij wan hersê kesan encam didin.

Eric Van Duyse herwiha got, kesek ji wan li jêr kontrola elktronîye û 2 kes ji wan jî, niha girtîne, herwiha Van Duyse dibêje, lêpirsî û lêkolîna li dij wan kesan dê li ser pêzanînên ku dadgeran kom kirine û lêpirsîna serdozgerê giştî bimîne.

Bo cara yekê kovara hefteyî ya Belcîka " Le Vif " roja Înê behsa girtina wan kesan kirîbû.

Di sala 1994ê da di encam şerên di navbera qebîleyên Tutsî û Hutu da nêzî 800,000 kes li Rwanda di şerên komkujî da hatbûn kuştin, piraniya wan Tutsî bûn û beşek jî Hutu yî bûn.

Dadgeha tawanan ya Navnetewî ya Netewên Yekbûyî li ser dosya komkujiyên Rwanda zêdetir ji 90 kesan tawanbar dîtbûn û 80 ji wan hatbûn dageh kirin berî ku li sala 2015an proseya dageh kirinê raweste.

Ji sala 2001ê Belcîka 5 dadgeh bo Rwandiyên tawankar yên destê wan di komkujiyan da heyî pêkanîne û cezayê girtinê heta 20 salan li wan hatiye birîn.

Herwiha dadgehek Belcîkî berpirsê Rwandî Fabien Neretse weke tawanbar û encamderê komkujiyê li Kanûna Yekê ya borî dadgeh kir bû û cezayê 25 salên girtinê danbûn wî.

XS
SM
MD
LG