Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rutte: Welatên YE û NATO Piştgirî Nedan Şermezarkirina Operasyona Tirkîyê


Serokwezîrê Hollanda Mark Rutte dîyar kir ku bernivîsa wan ya bo şermezarkirina operasyona Efrînê, ji Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO têra xwe piştgirî nestandîye.

Di rûniştina taybet ya parlamentoya Ewrupa de, Rutte pirsên parlamenteran bersîvandin.

Parlamenteran pêşnîyaza ser şermezarkirina operasyona dijî Efrînê û helwesta hikûmeta Hollanda pirs kirin.

Serokwezîrê Hollanda da zanîn ku wan bo şermezarkirina operasyona Tirkîyê ji endamên YE û NATO'yê têra xwe piştgirî nestandîye.

Rutte dîyar kir ku Hollanda û piranîya dewletên YE'ê jiber rewşa mirovî ya li Sûrîyê ketine fikaran.

Rutte da zanîn ku ew ketine fikaran ku jiber operasyona Tirkîyê têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) zararê bibîne û bang li wî welatî kir ku li gor biryara agirbesta ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tevbigere.

XS
SM
MD
LG