Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte îro Çarşemê, Donald Trump jiber serketina wî ya di hilbijartinên Amerîka de pîroz kir.
Rutte bal kişand ku endamên NATO jiber rexneyên bi israr yên Trump budçeya jibo lêçûnên leşkerî zêde kirine.
‘’Gaveke berê min Donald Trump jiber serketina wî ya di hilbijartinên Amerîka de pîroz kir. Rêberîya wî wê di xurtmayîna hevpeymanîya me de dîsa di roleke girîng de be.’’
Wî got ku ew li bendê ye ku jibo aştîya bi rêka hêzdarîyê çêke bi Trump re bixebite.
Trump di salên borî de NATO rexne kiribû û gotibû ku endamên Ewrupî jibo berevanîyê budçeyeke kêm radikin.
Dema kempeyna hilbijartinê, Trump jimareke caran got ku bi tenê ger endamên Ewrupî jibo berevanîyê zêdetir budçeyê bidin ewê Amerka endamên hevpeymanîyê ji êrîşa Rûsya ya siberojê biparêze.
Rutte dîyar kir ku bi rêka NATO 31 dostên Amrîka hene û bal kişand ser wan dijwarîyan ku hevpeymanî pê re rûbirû maye.
Wî bi berdewamî bal kişand ser hevkarîya Çîn, Rûsya, Koreya Bakur û Îranê û got ku ewê bi rêka NATO berevanîya xwe bidomînin û aborîya xwe pêşve bibin.
Jêder: Reuters