Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Berevanî ya Rûsya Dîmenên Vekişînê Diweşîne


Wezareta Berevanî ya Rûsya dîmenên yekîneyên leşkerên li herêma Qirimê beşdarî hîndarîyan bûne û vedikişin, weşand.

Di dîmenên de xuya dibe ku tank û maşîneyên zirxî ji herêmê vedikişin.

Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Rûsya, leşker piştî hîndarîyan vedigerin bingehên xwe.

Lê, rêberên cîhanê bi guman li daxuyanîyên Rûsya dinêrin.

Serokê Amerîka Joe Biden do Sêşemê got ku tevî daxuyanîyên ser vekişînê hîn jî pirtir ji 150,000 leşkerên Rûs li nêzî sînorê Ukrayna ne.

Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen îro Çarşemê da zanîn ku NATO hîn ti nîşana ser vekişîna leşkerên Rûs nedîtiye.

Serokê Konseya YE Charles Michel jî dîyar kir ku Rûsya sînyalên tevlihev dide.

Hin leşkerên Rûs bo hîndarîyên hevbeş li Belarûsê ne ku wî welatî jî ser vekişînê daxuyanîyek belav kir.

Wezîrê Berevanî yê Belarûsê Vladimir Makei got gava dawî li hîndarîyan hat leşkerên Rûs wê vegerin welatê xwe û ewê ti kelûpelên leşkerî yên Rûsya li Belarûsê nemîne.

XS
SM
MD
LG