Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya li Kîev û Chernihiv Operasyonên Leşkerî Demûdest Radiwestîne



Dîmeneke ji Kîev ya paytexta Ukrayna
Dîmeneke ji Kîev ya paytexta Ukrayna

Cîgirê wezîrê berevanîyê yê Rûsya Alexander Fomin îro Sêşemê dîyar kir ku artêşa Rûsî çalakîyên xwe yên leşkerî li derdora paytexta Ukrayna Kîevê û bajarê Chernihiv ya li bakurê welêt, "bi awayekî bingehîn rawestîne.

Alexander Fomin piştî danûstandinên di navbera şandeyên Rûsya û Ukrayna li Stenbolê ev daxuyanîya da.

Fomin dîyar kir ku Rûsya vê gavê bi armanca xurtkirina pêbawerîya dualî diavêje.

"Bi armanca xurtkirina pêbawerîya dualî û afirandina şertûmercên danûstandinên pêşdetir û bo îmzakirina peymaneke biryar hat girtin ku bi awayekî radîkal, bi rêjeyek mezin, çalakîyên leşkerî yên ser rêyên Kîev û Chernihiv werin sekinandin," Fomin got.

Serfermandarîya giştî ya artêşa Ukrayna jî iro ragihand ku wan li derdora Kîev û Chernihiv vekişîna hêzên Rûsî tespît kirine.

XS
SM
MD
LG