Ofîsa seroktîya Ukrayna roja Pencşemê ragihand ku di encama êrîşên topbaran, mûşek û roketên Rûsya de, di 24 saetên borî de herî kêm 8 sivîl hatine kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûne.
Ofîsê got ku di nav wan 8 qurbanîyan de, du kesên mezin û zarokek jî hene, ku di êrîşa mûşekî ya ser bajarê Dnipro do Çarşemê de hatine kuştin.
Di heman êrîşê de 5 kes jî birîndar bûne û zîyaneke mezin giheştiye 60 xanîyan, bazarekê û xetên elektrîkê.
Di topbarana Rûsya ya li herêma Donetsk ya rojhilata Ukrayna, 5 sivîl hatine kuştin û 4 sivîlên din jî birîndar bûne.
Şaredarê bajarê Kramatorsk yê Ukrayna Oleksandr Honcharenko ragihand ku çar roketên Rûsî li bajarê wî ketine.
Honcharenko dîyar kir ku du êrîşa serê sibê ya îro Pêncşemê de 11 kes - yek jê giran - de birîndar bûne û li gelek avahîyên bilind û malên taybet de ziyanên mezin çê bûne.
Karbidestên leşkerî yên Ukrayna jî ragihandin ku bajarê Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy careke din rastî êrîşa mûşekeke Rûsî hatiye,
Wan gotin ku mûşeka Kh-59 şeva Çarşemê li depoyeke genim ya li Kryvyi Rih xistiye.