Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Sedem Tuneye ku bi Sunak re Têkilîyên bi Brîtanya Baştir Bin


Serokwezîrê nû yê Brîtanya Rishi Sunak
Serokwezîrê nû yê Brîtanya Rishi Sunak

Rûsya îro Sêşemê dîyar kir ku Moskow ti sedem nabîne ku têkilîyên bi Brîtanya re, di serdema serokwezîrê nû Rishi Sunak de baştir bibin.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov di preskonferanse xwe ya rojane de got ku ew bo niha ti bingeh yan hêvîyeke nabînin ku di siberojeke nêz de di tekilîyên Moskow û Londonê de, wê guhertinên erênî çêbin.

Dmitriy Peskov bi berdewamî dîyar kir ku Rûsya amade ye ku mijarên herî dijwar li ser maseya danûstandinan gotûbêj bike, lê ne bo zarardayîna berjewendîyên xwe.

Hejayê gotinê ye ku Birîtanya yek ji piştgirên herî serekî yê Kîevê û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ye, ji destpêka dagirkerîya Rûsya ya li wî welatî vir ve.

Karbidestên Rûsî jiber karvekişînên serokwezîrên berê Liz Truss û Boris Johnson kêfxweşîyên xwe dîyardikin û herwiha dibêjin ku ew ti egera başbûnê ya di têkilîyên London û Moskowê de nabînin, ferq nake kî ser kursîya serokwezîrîyê runiştîye.

XS
SM
MD
LG