Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Rojnamevanekî Din yê Rojavayî Dersînor Dike


Parliament in Moscow, Russia, Dec. 6, 2017.
Parliament in Moscow, Russia, Dec. 6, 2017.

Rûsya biryar da ku rojnamevanekî din dersînor bike. Li gor biryarê, vîzaya rojnamevanê ji Holanda, Tom Vennink hat betal kirin.

Bi vî awayî, Rûsya ji Tebaxê vir ve du rojnamevanên rojavayî dersînor dike.

Karbidestên Rûsya dibêjin ku vîzaya Vennink yê bo rojnameya Volkskrant dixebite jiber ‘’binpêkirina rêvebirîyê’’ hatiye betal kirin û ewê heta serê sala 2025’an nehêlin ku ew derbazî Rûsya bibe.

Vennink di sala 2019’an de jiber ku cîhê xwe yê rûniştinê dîyar nekiribû û di sala 2020’an de jî jiber ku bê destûr dîmen girtibûn cezaya pereyan sitandibû.

Rûsya îsal di meha Tebaxê de nûçegîhana BBC ya Brîtanî, Sarah Rainsford dersînor kiribû.

Berpirsên Rûs dibêjin ku vîzaya Vennink nehatiye nû kirin û ji wî hatiye xwestin ku heta 3 rojan ji welêt derkeve.

XS
SM
MD
LG