Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya, Welatên Rojava bi Perwerdekirina Leşkerên Ukraynî Tawanbar Dike


Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova
Berdevika Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê dîyar ku Rûsya, Amerîka û Brîtanya jiber alîkarîya bo perwerdeya hêzên çekdar yên Ukrayna tawanbar dike.

Reutersê da zanîn ku Wezareta Derve ya Rûsya dibêje ku welatên NATO dijî Rûsya ‘’şerekî hîbrît’’ dimeşînîn.

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova bi preskonferansekê da zanîn ku Washington bo perwerdeya sîstemên muşekan perwerde daye Kîevê.

Zakharova dîyar kir ku hêzên Ukrayna wan sîstemên wan muşekên li gor yên din dûr diçin bi kar tîne.

Wê got ku Amerîka bo raberkirina karanîna wan muşekan bi awayekî veşartî perwerdekar şandine Ukrayna û îdia kir ku bi wan muşekan dijî herêmên sîvîlan êrîş çêdibin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di Sibatê de destpê kir û her du hêl jî ji wê çaxê vir ve îdiayên ser êrîşên dijî herêmên sîvîlan red dikin.

Reuters ji zarê pisporên leşkerî dide zanîn ku çekên nû yên Ukrayna dikarin rewşa şer biguherînîn.

Zakharova dîyar kir ku li Brîtanya jî biryar daye ku bi sedan leşkerên Ukraynî perwerde bike û da zanîn ku ew nîşana şerê hîbrît yê dijî Moskowê ye.

Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin.

XS
SM
MD
LG