Qesira Sipî ragihand ku planên Hîndistanê yên ser hîndarîya leşkerî ya bi Rûsya re fikaran çêdikin.
Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre dîyar kir ku Serok Joe Biden fikarên xwe yên ser hîndarîyên leşkerî yên Rûsya eşkere kirine.
Jean-Pierre dîyar kir ku Biden gotiye ku Rûsya bi Ukrayna re şer dike û welatên bi Moskowê re tevlî hîndarîyê dibin fikaran çêdikin.
Moskowê meha borî ragihand ku ewê di dawîya Tebaxê re dest bi hîndarîyên ‘’Vostok’’ (Rojhilat) bikin.
Wezareta Berevanî ya Çînê da zanîn ku Çîn, Hîndistan, Belarûs, Tacikisitan û hin welatên din wê beşdarî hîndarîyan bibin.