Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang li Hemwelatîyên Xwe Dike ku ji Tirkîyê Vegerin Malê


Wezareta Derve ya Rûsî îro Pêncşemê bang li hemwelatîyên xwe yên li Tirkîyê dike ku vegerin malê, piştî ku peywendîyên her du alîyan jiber gêrkirijna firoka Rûsî ji hêla Tirkîyê ve, aloz e.

"Bi sedema îhtîmala gefên terorîstî li axa Tirkîyê, em careke din pêşnîyar ji hemwelatîyên xwe re dikin ku rêwitî ji Tirkîyê re nekin,” daxuyanîyê got.

Daxuyanîya wezaretê bang li hemwelatîyên ku niha jibo karên şexsî li Tirkîyê ne dikin ku vegerin Rûsyayê.

Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov roja Sêşemê hişyarî dabû hemwelatîyên Rûsî ku nerin Tirkîyê û bi xwe jî serdana xwe ya wî welatî betal kiribû.

XS
SM
MD
LG