Dadgeha Bilind ya Rûsya îro Sêşemê ser Koma Azov ya Ukraynî biryar da ku ew komeke terorîst e.
Ajansa nûçeyan ya Reutesê dyar dike ku Koma Azov xwe dide ser rastgirîya tundrê û neteweperwerîyê.
Ew kom li rojhilata Ukrayna dijî hêzên Rûsya di enîyên li pêş şer dike.
Rûsya, ku îdia dike ku, Ukrayna ji alîyê faşîstan ve tê bi rêve birin gelek caran Koma Azov bi bîr dixe.
Moskow dide zanîn ku ew bo Ukrayna ji destê komên faşîst derxe operasyoneke taybet li dar dixe, lê Kîev dide zanîn ku ew îdiayeke bêbingeh e û tevgerên Rûsya wek dagirkirin dibîne.