Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ukrayna bi Muşekên Amerîkî û Brîtanî Êrîşan Dibe Ser Welêt


Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku Ukrayna êdî zêdetir muşekên Amerîka û Brîtanya diavêje axên Rûsî.

Wê wezaretê dîyar kir ku Ukrayna do Çarşemê 6 muşekên ATACM ya Amerîka û 4 muşekên Storm Shadow yên Brîtanya firandine herêma Rostov ku li başûrê Rûsya ye.

Li gor ragihandina wezaretê, hêzên Rûsî tevahîya ATACMS’an û ji 4 Storm Shadow’an jî 3 xistine.

Wezaretê dîyar kir ku ewê dijî wan êrîşan bersîvê bide.

Ukrayna, piştî destûr ji Amerîka û Brîtanya sitand meha borî bi muşekên dewletên Rojavayî dest bi êrîşan kir.

Moskow dibêje bi vê rewşê re ew welatên Rojavayî jî bi awayekî rastexwe dibin alîyên şer.

Rûsya 21’ê Mijdarê muşekeke hîpersonîk ya nav Oreshnik firand Dnipro ya Ukrayna.

Serokê Rûsya Vladimir Putin got ku ger Ukrayna karanîna çekên Amerîka û Brîtanya bidomîne Rûsya hazir e ku bi Oreshnikan êrîşan bibe ser navendên Kîevê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG