Rûsya îro Înê ragihand ku Ukrayna bi şev bi dronekê êrîş biriye ser Saratov.
Walîyê herêma Saratovê Roman Busargin dîyar kir ku dron hatiye sekinandin û enqaza wê li herêma kargehan ketiye.
Busargin got ku di êrîşê de ti kesî zarar nedîtiye.
Saratov bi qasî 730 kîlometre li rojhilata başûrê Moskow ya paytext e û bi sedan kîlometreyan dûrî sînorê Ukrayna ne.
Li Saratovê rafînerîya petrolê û bingeheke esmanî ya firokên bombeyan jî heye.
Ukrayna di demên borî de jî êrîş biribû ser herêma Saratovê.
Jêder: Reuters