Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Shoigu Piştî Koreya Bakur Serdana Îranê Kir


Medyaya Rûsya û Îranê ragihand ku karibdestê payabilind yê ewlekarîyê yê Rûsî Sergei Shoigu îro Sêşemê li Tehranê bi karbidestên Îranî re kom bû.

Shoigu çend rojan berê li Pyongyangi bi Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un re civîyabû.

Rûsya piştî destpêka şerê li Ukrayna peywendîyên xwe bi Îran û Koreya Bakur re pêşve birin ku ew her du dewlet jî dijî Amerîka ne.

Washington dibêje her du dewlet jî jibo Rûsya di pevçûnan de bi kar bîne muşekên balîstîk dide Rûsya, lê Moskow vê yekê red dike.

Ajansa Nour ya Îranê dîyar kir ku Shoigu bi hevtayê xwe yê Îranê Alî Akbar Ahmedian re kom bûye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG