Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters Dibêje, Rûsya Hêzên Xwe ji Sûriyê Vedikişîne


Firoka Rûsî ya Barhilgir ji cûrê Antonov AN 124-100 li bingeha Himeyimim li Laziqiyê - Sûriya.
Firoka Rûsî ya Barhilgir ji cûrê Antonov AN 124-100 li bingeha Himeyimim li Laziqiyê - Sûriya.

Çar karbidestên Sûrî ji Reutersê re raginadin ku Rûsya hêzên xwe ji enîyên şer li bakurê Sûrîyê û ji bingehên li çiyayên peravê vedikişîne, lê piştî rûxandina Serok Beşar Esed du bingehên xwe yên sereke li wî welatî hişt bûn.

Karbidestekî ewlekarî yê Sûrî îro Şemiyê eşkere kir ku firokeyeke barhilgir a Rûsî ji bingeha esmanî ya Himeymim a Rûsî li bajarê Laziqiyê yê perava Sûriyê derket û ber bi Lîbyayê ve çû.

Rayedarê ku li derveyî baregeha Rûsî bû, di daxuyaniyekê de ji Reutersê re diyar kir ku tê çaverêkirin ku di rojên pêş de zêdetir balafirên rûsî dê ji baregehê rabin.

Ev piştî wê yekê tê ku Financial Times ragihand bû ku wêneyên ji hêla Maxar û Planet Labs ve hatine kişandin zêdebûna tevgera wesayîtên zirxî li baregeha hewayî ya Himeyimim û hatina çend firokeyên veguhestinê yên mezin û jihevxistina helîkopterên rûsî û berevaniya esmanî eşkere hatine dîtin, ev nîşan didin ku amadekariyên derketinê dikin.

Wêneyên ku roja Îniyê hatine kişandin, xuya dikin ku du balafirên Antonov AN-124, yek ji mezintirîn firokeyên kargoyê li cîhanê ne, ku pêşiya wan vekirî li li bengeha Himeyimim bo barkirinê hatine dîtin.

Maxar dibêje, "Li balafirgehê 2 balafirên mezin yên AN-124 hene, deriyê wan vekirî ne û ji bo barkirina amûran di amade ne."

"Li nêzîk, helîkoptereke şer a KA-52 tê hilweşandin û dibe ku ji bo veguheztinê were amadekirin, di heman demê de beşên yekîneya berevaniya hewayî ya S-400 bi heman awayî xwe amade dikin ku ji cîhê xwe yê berê yê li baregeha hewayî derkevin," Maxar got.

Wêneyek satelîtê balafira barhilgir ji cûrê An-124 li baregeha hewayî ya Himeyimim a Rûsyayê li nêzî Laziqiyê, Sûriyê di roja Înê 13ê Kanûna Yekê, 2024an de nîşan dide.

Maxar got ku baregeha deryayî ya Rûsî li Tartûs, yekane navenda tamîrkirin û çavdêriyê a Rûsyayê ye li Deryaya Spî, "bi zelalî piştî dîemên roja 10 mehê hatine girtin hêzj neguherî ye. Du firokehilgirên Rûsî hêzjî li beravên Tartûs tên dîtin."

Televîzyona nûçeyan ya Kanala 4 ya Brîtanî got ku wan karwanek ji zêdetirî 150 otombîlên leşkerî yên Rûsî li ser rêyekê tevgeriyane.

Dibêje, artêşa Rûsyayê bi rêkûpêk baş tevdigere û wisa xuya dike ku lihevkirinek pêk hatiye ku rê dide Rûsan bi rêkûpêk ji Sûriyê derkevin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bersiv neda daxwaza Reutersê ji bo şîroveyê.

Moskow ji dema Şerê Sar ve piştgirî da Sûriyê, di sala 1944an de dema ku Şamê xwest ku ji kolonyalîzma Fransî xilas bibe serxwebûna wê nas kir. Rojava her tim Sûriye girêdayî Yekîtiya Sovyetê dihesiband.

Kremlînê got ku ji dema rûxana Esed ve bala wê li ser ewlekariya baregehên leşkerî nûnertiyên wê yên dîplomatîk e li Sûriyê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG