Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swîsre Dijî Rûsya û Belarûsê Toleyên YE Radigihîne


Hikûmeta Swîsre îro Duşemê ragihand ku wê paketa dawî ya toleyan ya Yekîtîya Ewrupa (YE) ya dijî Rûsya û Belarûsê pejirandiye.

YE hefteya borî dijî gemîyên Moskowê û sazî û kompanîyên Çînî yên bi artêşa Rûsî re bazirganî kirine tole ragihandibûn.

Hikûmeta Swîsre 54 kes û 30 sazî û kompanîyê xistin lîsta toleyan û li 52 gemîyan xizmet qedexe kir.

Li gor ragihandina hikûmetê di nav keştîyan de tankerên wisa hene ku jibo Rûsya kelûpelên leşkerî bar dikin yan jî wan dexlûdanan dibin ku ji Ukrayna hatine dizîn.

Hikûmeta Swîsre dîyar dike ku kesên ketine lîsta toleyan nikarin bikevin welêt.

Bi xeta polîtîkayên YE, Swîsre ji Belarûsê jî dijî 26 kesan û 2 sazîyan toleyên diravî û rêwîtîyê pejirandin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG