Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Kuştîyên Êrîşa Rûsî li Poltava Gihiştîye 55 Kesan


Dimenek piştî êrîşa mûşekî ya Rûsî li ser enstîtuyeke leşkerî li bajarê Poltava,Ukrayna, 5 îlon, 2024.
Dimenek piştî êrîşa mûşekî ya Rûsî li ser enstîtuyeke leşkerî li bajarê Poltava,Ukrayna, 5 îlon, 2024.

Karbidestên Ukraynî îro Pêncşemê ragihandin ku jimara kuştîyên êrîşa mûşekî ya Rûsî li ser enstîtuyeke leşkerî li bajarê Poltava gihîştîye 55 kesan û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne.

"Poltava - jimara kuştîyên êrîşa mûşekî ya Rûsyayê li ser saziyek perwerdehîyê li bajêr bû 55 kes. 328 kes birîndar in," dezgeha xizmetên lezgîn ya Ukrayna got.

Dezgehê herwiha da zanîn ku xebatên rizgarkirinê sê rojan berdewam kiriye, lê jiber hişyariyên nû yên êrîşên esmanî, îro hatine rawestandin.

Artêşa Rûsya roja Sêşemê ew êrîşê enstîtuya ragihandinê ya leşkerî ya Poltava kiribû.

Wezareta berevanîyê ya Rûsya ragihand ku di êrîşê leşker û hînkerên biyanî hatine armanc kirin.

Artêşa Ukrayna dîyar kir ku di êrîşê de karmendên leşkerî hatine kuştin, lê agahîyên pirtir yên zelal eşkere nekir.

Hêzên Rûsî di hefteyên dawî de êrîşên mûşekî yên ser Ukrayna zêde kirine, ku bi taybet binesazîya enerjîyê û navendên jibo sivîlan dikin armanc.

Rojek piştî êrîşa kujer ya Poltava, Dron û mûşekên Rûsî li bajarê Lvîv yê li rojavayê Ukrayna xistin, ku li nêzî sînorê bi endama NATO yê Polonya re ye.

Di êrîşa ser Lvîvê de 7 kes hatin kuştin, ku 4 ji wan endamên heman malbatê bûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG