Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fransa, Kesekî Rûs ser Plana Nearamkirina Olîmpîyatan Hat Girtin


Dozgerîya Parîsê îro Çarşemê ragihand ku polîsê Fransa, Rûsîyekî ku guman ser çêbûne ku plan kiriye ku zararê bide aramîya olîmpîyatan girtiye.

Li gor daxuyanîya Dozgerîya Parîsê, mêrê 40 salî li ser daxwaza Wezareta Navxweyî roja Sêşemê bi operasyonekê li ser mala wî hatiye desteser kirin.

Daxuyanî dîyar dike ku delîlên li mala wî hatine dîtin fikar çêkirine ku wî nîyet kiriye dema Lîstikên Olîmpîyatan çalakîyên ku zararê didin aramîyê pêk bîne.

Serokê Fransa Emannuel Macron yek ji wan dijberên li pêş yên Rûsya ye ku wê ser dagirkirina Ukrayna rexne dike û piştgirîya xurt dide hikûmeta Ukraynî ku peywendîyên Parîs û Moskow bi mehan e xirabtir dibin.

Karbidestên Fransî çend caran ragihand ku ew ser kempeynên dezenformasyonê yên Rûsya ketine gumanan û Rûsya jî lêkolerekî Fransî yê li welêt bi tawana sîxurîyê girt.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ewê darizandina mêrê hatiye girtin bi awayekî girtî bidome û ew dikare heta 30 salan cezayê girtîgehê bistîne.

Balyozxaneya Rûsya li Parîsê ragihand ku ser desteserkirinê ti agahdarkirin negihiştiye ber destê wan û dîyar kir ku ew bi awayekî proaktîf li benda daxuyanîyekê ne û ewê li bersîvekê bigerin.

Olîmpîyat roja Înê li kêleka Çemê Seine bi awayekî şên, lê ji alîyê lojîstîkê ve bi awayekê kêşebar destpê dike.

Fransa jibo berevanîya olîmpîyatên di vê demê de, ku şer li Gaza û Ukrayna didomin, operasyoneke berfireh ya ewlekarîyê lidar dixe.

Wezîrê Navxweyî yê Fransa Geral Darmanin di bernameyeke radyoyê de dîyar kir ku guman çêbûne ku zilamê Rûsî bi dezenformasyon û yan cureyên din êrîşê planan ser bêîstiqrarkirinê çêdike.

Rojnameya Le Monde ji zarê sazîyên îstixbaratê yên Ewrupî ragihand ku li ser zilamê Rûsî nasnameyek hatiye dîtin ku nîşan dide ew bi Servîsa Ewlekarîya Federal ya Rûsya (FSB) re dixebite.

Sazîya îstixbarata navxweyî ya Fransa bi gumana ku ew mêrê berbehs ketiye nav plana bomba û komploya terorê ser wî lêpirsîn dikir.

Rûsya dawîya Hezîranê, lêkolerê Fransî Laurent Vinatier bi îdiaya ku ser artêşa Rûsî agahîyan top dike û ti qeyd jî nekiriye, girt.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG